Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
- Rojane
- |
- 17 Kanûn 2023 09:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji ber barînan hinek bajar hişyar kir.
Li gorî nirxandina dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM); dê li seranserî welêt gelek biewr be. Li gorî texmînan dê Anatoliyaya Navîn, başûrê Behra Reş û deverên navîn ên herêmê û li bajarên weke Bursa, Sakarya, Bîlecîk, Afyonkarahîsar, Kutahya, Isparta, Duzce, Mereş, Semsûr, Amed, Êlih û Sêrtê û derdorên wê barîn hebe.