Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin

Parve bike:
MANÎSA - Pankarta ku wêneyên pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Mûsa Anter û Leyla Qasim li ser bû, li navçeya Yûnûsemreyê hate daliqandin. 
 
Di ketina Taxa Fevzî Çakmak a navçeya Yunusemre ya Manîsayê pankarta ku wêneyê pêşengên kurd li ser bû hate daliqandin. Li ser pankartê wêneyên Şêx Seîd, Mûsa Anter, Leyla Qasim, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Nûrî Dêrsimî hebûn.