Zekî Manas ê DBP’î hate girtin

Parve bike:
SEMSÛR - Hevserokê DBP’a Islahiyeyê Zekî Manas ê hate binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê İslahiyeya Dîlokê Zekî Manas li ser îfadeyên Mehmet Akcan ê ji poşmantiyê sûd wergirt, li Semsûrê hate binçavkirin. Manas piştî kirariyên li qereqola cendermeyan sewqî edliyeyê hate kirin û pişt re bi îdiya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve hate girtin. 
 
Manas ê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê.