TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
- Polîtîka
- |
- 12 Kanûn 2023 15:30
- |
ENQERE - Şandeyeke ji TÎP’ê çûn serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan.
Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî di nav de, şandeyeke ji TÎP’ê çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan. Şande, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hêla Hatîmogûllari û Bakirhan ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de têkildarî geşedanên heyî hevdîtin hatin kirin.