Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
AMED - Polîsan li Farqînê bi ser hinek malan de girtin û 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Hebûn Erîmfîl, Toprak Karsu û ciwanê bi navê Mehmet ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat diyarkirin ku her 3 kes birine Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê.