Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 12 Kanûn 2023 10:27
- |
MÊRDÎN - Hevseroka DBP’a Nîsêbînê Remziye Bayhan di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser mala Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeyê Remziye Bayhan de girtin. Li mala ku polîsên tîmên taybet derî şikandin û ketine tişt hatin belavkirin û Bayhan a hate binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Bayhan piştî di 25’ê tîrmehê de endama YJA-Starê Kader Acar li navçeyê jiyana xwe ji dest dabû hatibû binçavkirin û berdan. Hate zanîn ku sedemê binçavkirina Bayhan girêdayî heman bûyerê ye.