Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin

Parve bike:
DÎLOK - Rojnamevan Îrfan Ûçar, bi serdegirtina mala xwe ya li Dîlokê hate binçavkirin. 
 
Rojnamevan Îrfan Ûçar, di saetên serê sibê de bi serdegirtina mala xwe ya li gundê Kerkût ê girêdayîn navçeya Islahiye ya Dîlokê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Ûçar birine navenda Dîlokê. Der barê binçavkirinê de tu agahî nehatin dayîn. 
 
Ûçar beriya salekê ji bo li dayik û bavên xwe yên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene binêre dest ji rojnamevantiyê berdabû û li cem malbata xwe bi cih bibû.