Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
- Rojane
- |
- 5 Kanûn 2023 10:52
- |
MELETÎ - Li navçeya Yazihan a Meletiyê bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de cendirmeyan li navçeya Yazihan a Meletiyê bi ser malan de girtn. Di encama serdegirtinên malan de Bahar Kose, Ahmet Turan Sertkaya û Tahsîn Çolak hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya “Alîkariya fînansî dane rêxistinê” tên tawanbarkirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Battalgaziyê.