MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
- Polîtîka
- |
- 3 Kanûn 2023 10:46
- |
ENQERE - MYK’a HEDEP’ê ji bo nîqaşkirina gelek rojevên girîng civiya.
Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li Navenda Giştî ya HDP’ê dest pê kir û dê du rojan bidome. Tê payîn ku mijara guherandina kurtenavê partiyê “HEDEP” were nîqaşkirin. Her wiha dê anket û lêkolînên têkildarî hilbijartinênrêveberiyên herêmî bên niraxandin. Yek ji mijarên din ên civînê jî stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bajarên Tirkiyeyê ye.