Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
- Rojane
- |
- 1 Kanûn 2023 13:47
- |
MÊRDÎN - 2 kesên duh bi şev li Nisêbînê hatibûn binçavkirin, sewqî Mûşê hatin kirin.
Wesayîta Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê Şiyar Koç û Dîlan Çitanak a pê re duh bi şev di ketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate sekinandin û Koç û Çitanak hatin binçavkirin. Hat ezanîn ku Koç û Çitanak ên birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin.
Koç û Çitanak piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Mûşê hatin kirin.