Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
- Rojane
- |
- 28 Mijdar 2023 21:04
- |
ŞIRNEX- Li Silopiya û Cizîrê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Li navçeya Silopiya û Cizîré yên girêdayî Şirnexê di 25’ê mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û zarok jî di nav de bi giştî 22 kes bi hinceta “ixbar heye” hatibûn binçavkirin. Her 22 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan a Şirnexêsewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li serdozgeriyè 5 jê bi şertê kontrolkirina edlî her 22 kes serbest hatin berdan.