Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in

Parve bike:
AMED - Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê bertek nîşanî zextên zêde yên li dijî ciwanan da û destnîşan kir ku ew ê di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr bin û wiha got: “Em ê bibin yên diguherînin û vediguherînin."  
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî êriş, binçavkirin û girtinên dawî û 1’emîn kongreya xwe ya ku dê di 24’ê kanûnê de li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dar bixin, daxuyaniyek da. Tevî gelek endamên meclisa ciwanan, Parlamenterê HEDEP’ê Serhat Eren jî tev li daxuyaniyê bû. 
 
Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû daxuyanî xwend û desnîşan kir ku bêparhiştina ji mafên xwe yên bingehîn a ciwan û jinan êdî bûye feraseta pergalê û wiha axivî: “Îro pirsgirêka hebûnî û wekheviyê ya kurdan, siyaseta tê meşandin diyar dike. Diyar e ku em di vê mijarê de, di qonaxeke şikestinê de ne. Ji ber têkoşîna kurdan, di asteke gerdûnî de ye. Ji ber vê yekê desthilat û hevkarên wê yên navneteweyî tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewqas kûr dikin. Em di têkoşîna li dijî desthilat û hevkarên wê de, bi israr in." 
 
 ‘ZEXT SEDEMA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’
 
Îbrahîmoglû destnîşan kir ku ew ê wek ciwan ji bo ku li bajaran bibin xwedî gotin û ji bo avakirina jiyana nû, dê 24’ê kanûnê de kongreya xwe li dar bixin û wiha pê de çû: “Desthilata li hemberî têkoşîna me neçar dimîne, çareseriyê di îllegalîzekirina xebatên me de dibîne. Desthilat her roj li dijî meclisa me êrişên xwe zêde dike. Têkoşîna me ji bo hebûna xwe weke gefê dibîne û bi binçavkirin, revandin, îşkence û ferzkirina sîxûrtiyê li ciwanan ferz dikin. Taybetî jî di rojên dawî de gelek hevalên me hatin binçavkirin, gelek ji wan jî hatin girtin. Lêbelê dîroka me zelal e û ne desthilat ne jî komên çeteyên wê, dê me ji têkoşîna me dûr nexin; berovajiyê wê, dê ji bo me bibe sedema mezinkirina têkoşîna me. 
 
‘BI FAŞÎZMÊ RE LI HEV NAKIN’
 
Em ê bibin yên ku diguherînin û vediguherinin. Desthilat û hevkarên wê dê nikaribin ji bo me bibin astengî. Em wek Meclisa Ciwanên HEDEP’î di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in. Em ê bi faşîzmê re li hev nekin. Em ê ji bo hilweşandina vê faşîzmê û ji bo bidestxistina azadiya xwe dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di pêvajoyeke ku Tirkiye di hêla demorasî û azadiyê de paş ketiye de, berpirsyariyeke dîrokî dikeve li ser mile her kesê azadîxwaz û aştîxwaz. 
 
BANGA KONGREYÊ
 
Em hemû ciwan û jinan vedixwînin kongreya xwe ya ku em ê di 24’ê kanûnê, roja şemiyê de di Eywana Zewacê ya Geterler de li dar dixin. Em di pêvajoyeke ku divê hemû bendavên li pêşiya jiyana wekhev û azad hilweşînin de ne. Em di roja, pêşerojên xwe yên bi nêzîkatiyên takekesparêz hatine reşkirin, qezenc bikin de ne. Bangawaziya me ne tenê ya kongreyê ye. Bangewaziya me avakirina jiyaneke azad û birûmet e. Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe teqez bi ser bikevin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Dê zext me têk nebin” bi dawî bû.
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.