Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 23 Mijdar 2023 09:47
- |
SÊRT - Li Sêrtê di kana madenê ya Etî Bakirê de hezaz çêbû. Di encama hezazê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li kana madenê ya Etî Bakirê ya li gundê Madenê yê navçeya Şêrwan a Sêrtê hezaz çêbû. 5 karker di bin hezazê de man. 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî bi birîndarî xelas bûn.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya da zanîn ku di kana madenê de saet di 01.25’an de hezaz çêbûye û 2 karker bi birîndarî hatine xelaskirin.
3 BINÇAVKIRIN
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê têkildarî hezaza di kana madenê de çêbûye lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K. , A.T. û D.A. hatin binçavkirin.