Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
- Rojane
- |
- 20 Mijdar 2023 13:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an û 11 jî hêj winda ne.
Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, bilanço her ku diçe girantir dibe. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku 9 kes di bager û lêhiya rabûye de jiyana xwe ji dest dan û 11 jî hêj winda ne.