Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê

Parve bike:
BURSA - Tevî binçavkirin, dorpêç û rewşa xerab a hewayî jî Meşvanên Azadiyê xwe gihandin Gemlîkê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
 
Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk duh hatibû destpêkirin, îro jî berdewam kir. Welatiyên ku duh û îro ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketibûn, tevî binçavkirin, dorpêça polîsan û rewşa nebaş a hewayî jî xwe gihandin Gemlîkê. 
 
15 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Îro li 39 navçeyên Stenbolê meş hate destpêkirin. Ji Kocaelî û Bursayê jî gelek welatiyan bi wesayîtên xwe berê xwe dan Gemlîkê. Polîsên ku Bursa û navçeyên wê dorpêç kiribûn, gelemperiya wesayîtan dan sekinandin. Tevî dorpêçê jî gelek welatiyan xwe gihandin Gemlîkê. 
 
Welatiyên ku destûr nehat dayîn bikevin Gemlîkê, li cihê lê hatibûn sekinandin dest bi gerandina govendê kirin û bi dirûşman astengkirin protesto kirin. Di çalakiyan de gelek caran dirûşmên “Hezar silav ji Îmraliyê re”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Na ji tecrîdê re” hatin berzkirin. 
 
HATÎMOGÛLLARI LI GEMLÎKÊ BANG KIR 
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes li Gemlîkê gihiştin hev. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari i vir daxuyanî da û got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
Tê payîn ku kesên hatine astengkirin û yên tev li daxuyaniyê bûn li noqteyeke cuda bên ba hev û daxuyaniyeke hevpar bidin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.

Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."

Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne

Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”

Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."

Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.