Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin

Parve bike:
 
STENBOL - Welatiyên ku ji bo Meşa Azadiyê li gelek noqteyên Stenbolê hatin gel hev, tevî rewşa xerab a hewayî jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. 
 
Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin didome. Yek ji baskên meşê jî Stenbol e. Welatiyên ku di çarçoveya meşê de li gelek deverên bajar bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hatin gel hev, ber bi Gemlîkê ve ketin rê. 
 
Li Stenbolê baran dibare û bahoz heye lê tevî vê yekê welatiyên ji deverên cuda hatin li Bagcilarê kom bûn. Welatî, bi coşeke mezin ber bi qada kombûnê ve meşiyan. Di dema meşê de bi çepikan xistin û stran gotin. Gelek caran dirûşma “Bijî Serok apo” hate berzkirin. Welatiyên ku têkildarî meşê hestên xwe vegotin anîn ziman ku ew bi biryarin ku xwe bigihînin Gemlîkê. 
 
JI GELEK NAVÇEYAN BI RÊ KETIN
 
Welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji navçeyên Sîlîvrî, Avcilar û Beylîkduzuyê bi wesayîtan hatin cihê kombûnê. Welatiyan nîşaneyên serkeftinê kirin û xwedî coşeke mezin bûn. 
 
Welatiyên navçeya Esenyurtê jî li avahiya HEDEP’ê hatin gel hev.  Welatî, li navçeya Esenyurtê li 5 herêmên cuda bi rê ketin. Li vir jî bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 
 
Welatiyên li navçeya Bayrampaşayê hatin gel hev, diyar kirin ku armanca wan a esasî, azadiya fîzîkî ya Ocalan e. 
 
Li navçeya Arnavutkoyê jî gelek kes bi rê ketin. Li vir jî welatiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan. 
 
Nûçeyên Têkildar
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.

Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."

Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne

Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”

Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."

Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.