Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
- Rojane
- |
- 19 Mijdar 2023 10:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî baregehên DYA’yê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê û rojhilatê Sûriyeyê careke din êriş hate kirin.
Êrişên li dijî baregehên DYA’yê yên li Sûriye û Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku hêzên wan bi balafiran bêmirov baregeha DYA’yê ya li Herîr a Hewlêrê hedef girtine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro jî di saetên serê sibehê de baregeha DYA’yê ya li rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine.