Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
- Rojane
- |
- 17 Mijdar 2023 16:28
- |
STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê di teqîna li qata ketinê ya avahiyeke 4 qatî pêk hat de kesek mir, 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê di qata ketinê ya avahiyekê de teqînek pêk hat. Tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku teqîn ji ber gaza xwezayî pêk hatiye. Li gorî agahiyên ewil kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.