Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê

Parve bike:
ENQERE - Nûnerên Partiyên siyasî ku ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin, destnîşan kirin ku pêkanînên antîdemokratîk ên tên kirin rasterast girêdayî tecrîda Îmraliyê ne. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de 32 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di bin navê "cezayê dîsiplînê" de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve tên astengkirin. 
 
Ji ber vê têkildarî tecrîda Îmraliyê li gelek deverên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Li Kurdistanê dê di 18'ê mijdarê de û li Tirkiyeyê jî dê di 19'ê mijdarê de li 122 deveran ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin. Dê Enqere di 19'ê mijdarê de tev li meşê bibe. 
 
‘TECRÎD RASTERAST GIRÊDAYÎ PÊVAJOYA ANTÎDEMOKRATÎK E'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Enqereyê Dilbaz Yilmaz Temel ku têkildarî Meşa Gemlîkê axivî, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan sîrayetî tevahiya civakê kiriye û ji bo bidawîbûna vê sepana antîdemokratîk divê her kes tev li Meşa Gemlîkê bibe. Temel axaftina xwe wiha domand: "Li hemberî Ocalan 24 sal in bênavber polîtîkaya tecrîdê tê pêkanîn. Ev polîtîkaya tecrîdê di heman demê de ne li derî şerên li Rojhilata Navîn e. Lewma em careke din banga xwe ya jib o gelan, aktivîstan, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan dubare dikin. Çavkaniya sereke ya pêvajoya antîdemokratîk ya li Tirkiyeyê rasterast girêdayî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Heya tecrîd ranebe dê li Tirkiye û Rojhilata Navînê pêvajoyeke demokratîk rû nede û dê şerê li Kurdistanê ku 40 sal in didome bi dawî nebe.
 
Temel da zanîn ku dê di 19'ê mijdarê de li 122 deveran Meşa Gemlîkê li dar bixin û her kesî vexwand meşê.
 
‘EM BI BIRYAR IN KU TECRÎDÊ RAKIN' 
 
Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Anatolyaya Navîn Gogercîn Aras jî ji bo rakirina polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê her kesî vexwand Meşa Gemlîkê û wiha axivî: "Hemû cîhan bi bêhiqûqîtiya li Îmraliyê dizane. Birêz Ocalan 24 sal in di zindanê de di bin tecrîdê de ye. Êdî divê dawî li vê pêvajoyê bê. Sedema ku niha Tirkiye bi her awayî dirûxe, rasterast bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye. Ji bo bidawîbûna van bêhiqûqîtiyan û ji bo Tirkiye ji vê çiravê xelas bibe, em ê çalakiya Meşa Gemlîkê li dar bixin. Îro hemû gelê me û jin tên tecrîdkirin. Ji ber vê şikandina tecrîdê girîng e. Em jin bibiryar in ku vê tecrîdê rakin. Dê Enqere jî tev li vê çalakiyê bibe. Em Rêxistina Bajêr a HEDEP'ê em ê sibeha 19'ê mijdarê saet di 6'an de bi otobêsan ber bi Gemlîkê ve bi rê ve bikevin." 
 
‘OCALAN HÊZA ÇARESERIYÊ YE'
 
Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP'ê Îhsan Seylan jî destnîşan kir ku hemû dinya dizane ku pêwendiya tecrîdê bi hiqûqê re tune ye û got: "Meşa Gemlîkê ku em dixwazin di 19'ê Mijdarê de li dar bixin, ji bo bidawîbûna vê bêhiqûqîtiyê ye." 
 
Seylan têkildarî meşê ev agahî parve kirin: "Dê li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 122 devaran meşa ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin. Em ê tevî gelên xwe di 19'ê mijdarê de biçin Gemlîkê. Dê li Enqereyê li ber HEDEP'a bajêr otobês saet di 6'ê sibehê de rabin. Em vê çalakiyê bi hêviya ku rê li ber aştiî û azadiyê veke û dawî li aloziya li Rojhilata Navîn bike li dar dixin. Ji bo aştî, edalet, azadî û ji bo mesleeya kurd bi awayekî aştiyane çareser bibe em her kesî vedixwînin Meşa Gemlîkê." 
 
MA / Hakan Yalçin
 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e

Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.

Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin
Yildirim: Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e, divê girtî bi tenê neyên hiştin

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Denîz Yildirim diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê “dîsîplînê” li girtiyan hatiye birîn û got: “Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e. Divê em di vê çalakiyê de girtiyan bi tenê nehêlin."

Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne

Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”

Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyûrek diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda Îmraliyê ew e ku dewlet ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirse û got: "Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive."

Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.