Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide

Parve bike:
ENQERE - Meclisa Jinan a HEDEP'ê starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide.
 
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê starta çalakiyên xwe li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide. Meclisa Jinan diyar dike ku ew ê di nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li bakurê Kurdistanê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li rojavayê Tirkiyeyê de jî cih bigire. 
 
Meclisa Jinan a HEDEP'ê wê di 20'ê mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisa Jinan a HEDEP'ê bi destpêkirinê re plan dike ku peyama xwe li kêleka jinên di Doza Kobanê de tên darizandin bide. Ji bo 25'ê Mijdarê Platforma Koma Meclisa Jinan a HEDEP'ê jî ji bo jinan dê bê veqetandin.
 
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari dê tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibe. Her wiha wê Hatimogûllari bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê hevdîtinê bike.
 
 
Nûçeyên Têkildar
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”

DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in
DEM Partî: Serokê AKP’î û midûrê emniyetê jî ji hilbijêrên ‘xeyalet’ in

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan têkildarî hilbijêrên hatine veguhestin axivî û wiha got: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î û midûrê emniyetê yê navçeyê jî di nava wan ‘hilbijêrên xeyalet’ de cih digiririn.”

Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da
Li Şirnexê DEM Partî der barê hilbijêrên xeyalî û sixte de serî li YSK’yê da

DEM Partiyê der barê qeydkirina hilbijêrên ji derveyî bajêr serî li YSK’yê da. Piştî îtîrazê daxuyanî hat dayin. Parlamentera bajêr Newroz Ûysal diyar kir ku bi hezaran hilbijêrên xeyalî hene û got: "Bi neheqî, bêhiqûqî, dizî, derew û hîleyê hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin. We serî li qeyûman dan bi ser neket û hûnê bi vekişandina dengan jî bi ser nekevin.”

Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene
Di rojeva MYK’a DEM Partiyê de mijarên krîtîk hene

MYK’a DEM Partiyê dê îro saet di 11.00’an de bi rojevên girîng bicive. Di civînê de dê geşedanên li Rojhilata Navîn, rewşa şer, encamên pêşhilbijartinê û namzetên dê li bajarên rojava bên nîşandan bên nîqaşkirin.

DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe
DEM Partî dê tev li hilbijartina ji bo endamê/a HSK’ê nebe

DEM Partiyê biryar da ku tev li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê nebe ku dê ji bo hilbijartina endamên HSK’ê bicive.