Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
- Rojane
- |
- 14 Mijdar 2023 11:42
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava du rojan de li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî li Tehranê hate binçavkirin û girtin. Lê nayê zanîn bê ka rojnameger Nasim Tawafzadeh û Helaleh Natigeh li ku tên girtin.
Li Îranê di nava du rojan de 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin. Rojnameger Shagaig Moradî duh di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de gelek tiştên Moradî hatin desteserkirin. Moradî hate girtin û şandin girtîgehê.
Hêzên rejîma Îranê di heman demê de Midûra Berpirsyar a malpera nûçeyan a Marurê aktîvîst Nasim Tawafzadeh û nûçegihana hawirdorê ya malpera nûçeyan a Meravê Helaleh Natigeh jî di encama serdegirtinên malan de binçav kirin. Nayê zanîn bê ka Tawafzadeh û Natîgeh li ku tên girtin.