Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 14 Mijdar 2023 08:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov û biçek ya Tirkiyeyê li Sinûnê wesayîtek bombebaran kir û hat zanîn ku 3 kes birîndar bûne.
Balafireke bêmirov û biçek ya Tirkiyeyê duh bi şev li bajarokê Sinûnê yê Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Li gorî zanyariyan, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne û birîndar jî rakirine nexweşxaneya giştî ya Sinûnê.
Tê payîn ku têkildarî êrişê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Şengalê ve daxuyaniyek berfireh bê dayîn.