Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin

Parve bike:

ÊLIH - Rojnameger Mehmet Kizmaz bi hinceta parvekirina encamên hilbijartinê û parvekirinên di dema erdhejê de hate binçavkirin. 

Rojnameger Mehmet Kizmaz li navçeya Heskîf a Êlihê hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi îdiaya “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” lêpirsîn da destpêkirin û bi hinceta parvekirinên Kizmaz ên li ser medyaya dijîtal biryara girtinê da. 
 
Kizmaz, li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tê ragirtin.