Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
- Jin
- |
- 10 Mijdar 2023 09:32
- |
ENQERE - 9 Jinên TJA'yî piştî girtina salekê ji girtîgehê derketin. Malbat, heval û parêzeran, jin pêşwazî kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halide Turkoglu, parlamenterên koordînasyona jinan, Saliha Aydeniz, Ayten Kordû, Sumeyye Boz, Ceylan Akça, aktivîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Parêzer Gulan Çagin Kalelî, heval û parêzerên jinên hatine berdan, jinên ji girtîgehê derketin bi çepik û tilîlîyan pêşwazî kirin.