Li Antalyayê erdhej çêbû
- Rojane
- |
- 8 Mijdar 2023 16:47
- |
ANTALYA - Li navçeya Korkûtelî ya Antalyayê bi pileya 4.5 erdhej çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku li navçeya Korkûtelî ya Antalyayê bi pileya 4.5 erdhej çêbûye. Hate diyarkirin ku erdhej 95 kîlometreyan di bin erd de çêbûye. Navend û navçeyên derdorê jî bi erdhejê hesiyan.