Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
- Rojane
- |
- 7 Mijdar 2023 13:01
- |
STENBOL - Hejmara 45’emîn a kovara Modernîteya Demokratîk bi berga “Rojhilata Navîn û Rojava” derket.
Kovara 3 mehî ya raman û têgînê Modernîteya Demokratîk a meha cotmeh, mijdar û kanûnê derket. Ev hejmara 45’emîn a kovarê ye ku derçû. Ev hejmar bi berg û sernavê “Rojhilata Navîn û Rojava” derket û li ser çareseriya pirsgirêk û krîzên li Rojhilata Navîn rawestiyaye. Her wiha bi gelek aliyan jî balê dikişîne ser Şoreşa Rojava û vedikole.