Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 6 Mijdar 2023 12:12
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di serdegirtinên malan ên li Şerîa ya Rojava de aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî binçav kiriye.
Şerê di nava Îsraîl û Filistînê de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Şerîa ya Rojavayê ya Filistînê bi ser malan de girtine û di serdegirtina malan de aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî ya 22 salî binçavkirine.