Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin

Parve bike:
STENBOL - Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev ku bi fihêlê pereyên nehelal kirine hatin binçavkirin û gelek kes jî bi wan re hatin binçavkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê der barê Dîlan Polat û hevjînê wê Engîn Polat de bi hinceta fihêlên pereyê nehelal kirine lêpirsîn da destpêkirin. Polîsan avêt ser şirket û mala Dîlan-Engîn Polat û wan kirin binçavan. Her wiha li gel wan Sila Dogû, Kurşat Polat, Beyza Ekîcî, Ahmet Gun, Sezgîn Polat û gelek kesên din hatin binçavkirin. 
 
Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Cadeya Vatanê. Kar û barên binçavkirina gumanbaran li emniyetê didome.