Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 31 Cotmeh 2023 23:19
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Meclisa Giştî ya Agiriyê ya HEDEP'ê Kûtbettîn Ozgur jiyana xwe ji dest da.
Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Kûtbettîn Ozgur, di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest da. Rêxistina HEDEP'ê ya Agiriyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha ragihand: "Endamê me yê meclisa giştî ya bajêr Kûtbettîn Ozgur di qezayeke karî de jiyana xwe ji dest da. Xxwedê rehma xwe li hevrêyê me bike û serê malbatê û hevrêyan sax be."