Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya

Parve bike:
RIHA - Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê wesayîteke bizirx wergeriya û 3 leşker birîndar bûn. 
 
Di navbera navçeyên Serêkaniyê û Wêranşarê de wesayîteke bizirx wergeriya. Wesayîta wergeriya nav zeviyê û 3 leşkerên tê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambulansa li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhestin. Hat îdiakirin ku tekera wesayîtê teqiyaye û ji kontrolê derketiye.