Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
- Rojane
- |
- 26 Cotmeh 2023 10:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Biradost a navçeya Sîdekanê bi êrişeke hewayî wesayîtek hedef hate girtin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafireke dewleta tirk li gundê Dasîniye yê çiyayê Binarê Goşînê yê devera Biradost a girêdayî navçeya Sîdekanê wesayîtek bombebaran kir. Agahî nehate bidestxistin ku di encama bombebaranê de mirî an birîndar hene yan na.