Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
- Rojane
- |
- 24 Cotmeh 2023 13:32
- |
MÛŞ - Hevseroka HDP’a Mûşê Bermal Nergîz ku hatibû binçavkirin hate berdan.
Polîsan duh bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bermal Nergîz de girtin û binçav kirin.
Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, Nergîz îro sewqî edliyeyê hate kirin. Îfadeyê Nergîz ê li dozgeriyê hate girtin û sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Nergîz, hate berdan.