Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
- Rojane
- |
- 19 Cotmeh 2023 09:05
- |
MÊRDÎN - Şaredariya AKP'î ya Kerboranê beriya hilbijartina xwecihî, 82 mal û milkên şaredariyê da ber firotinê.
Beriya hilbijartina xwecihî ku dê di 31'ê adara 2024'an de bê lidarxistin, Şaredariya AKP'î ya Kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê da ber firotinê. Şaredariyê ku bi giştî 100 donim erse û eraziyên her yek ji wan di navbera 170 metrekare û 22 hezar metrekareyî de da ber firotinê, ragihand ku dê îhaleya ji bo van erse û eraziyan di 1'ê mijdarê de bê çêkirin.
Hat hînkirin ku ev erse û erazî li ser rêya Midyad-Kerboranê ne.