HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
- Rojane
- |
- 17 Cotmeh 2023 22:45
- |
ENQERE - HEDEP'ê ku êrişa Îsraîlê ya li nexweşxaneyeke Xezeyê şermezar kir, got: "Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li Rojhilata Navîn dengê aştiyê bilind bikin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), êrişa Îsraîlê ya li nexweşxaneyeke Xezeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya sanal ê partiyê hat belavkirin, wiha hat gotin: "Em êrişa Îsraîlê ya li nexweşxaneyeke Xezeyê ku sivîl lê hêwirîbûn û birîndar lê dihatin dermankirin, şermezar dikin. Ev, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li Rojhilata Navîn dengê aştiyê bilind bikin."