Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
- Rojane
- |
- 16 Cotmeh 2023 13:31
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Deryaya Egeyê keleka ku penaberan vediguhezand noqî avê bû û 3 kes mirin.
Li Deryaya Egeyê li Girava Sombekî (Sîmî) a li hemberî Datçayê keleka ku penaberan vediguhezand noqî avê bû û di encamê de 3 kesan jiyaan xwe ji dest da. 8 kes hatin rizgarkirin û hat gotin 13 penaber di kelekê de bûne.
Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Yewnanistanê ERT’ê; kesên hatine rizgarkirin agahiya ku 13 kes di kelekê de hebûne dane.
Ji bo 2 penaberên winda bûne xebata rizgarkirinê didome.