Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
- Rojane
- |
- 16 Cotmeh 2023 08:52
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 7 bajaran bi rengê zer hişyariya barîna barana zêde kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo bajarên Agirî, Bedlîs, Wan, Kastamonu, Sakarya, Zonguldak û Bartinê bi koda zer hişyariya barîna barana zêde kir. Her wiha tê texmînkirin ku li qeraxên Edene û Hatayê, li devera qeraxê ya Behra Reş û bajarên Sakarya, Wan, Agirî û Bedlîsê baraneke zêde bibare.