Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2023 18:42
- |
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand piştî kongreya HEDEP'ê ya îro 4 kes hatine binçavkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Kongreya xwe ya Mezin a 4'emîn îro li eywanek sporê ya li Enqereyê li dar xist. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand piştî kongreyê 4 kes hatine binçavkirin. Nehat zanîn navê binçavkiriyan çi ye û li ku tên ragirtin.