Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2023 16:44
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi çekên giran û bi helîkopteran Çiyayê Metînayê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk bi çekên giran û helîkopteran Çiyayê Metînayê yê li çoltarê Amediye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Piştî bombebaranê, li herêmê dûkêl rabû. Têkildarî encamên êrişê heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.