Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan

Parve bike:
ENQERE - Dayikên Aştiyê yên tev li kongreya Partiya Çepên Kesk bûn, bi pankarta vekirin re bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan. 
 
4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çepên Kesk al i Enqereyê bi coşeke mezin didome. Partiyê, navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) guherand. Di kongreyê de Dayikên Aştiyê bi pankarta “Na ji tecrîd, dagirkerî û şer re” derketin ser dikê. 
 
Dayikên ku pankart hilayîstin dikê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.