Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2023 10:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran bi koda zer hişyariya barana zêde û bagera tozê kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) ji bo 12 bajaran bi koda zer hişyariya barana zêde û bagera tozê kir. Tê payîn ku dê li bajarên Mûgla, Kutahya, Afyon, Denîzlî, Eskîşehîr, rojavayê Konyayê, Tokat û derdorê Karamanê baraneke zêde bibare.
BAGERA BI TOZ
Li gorî texmînên rewşa hewayê dê li rojhilatê Behra Spî û Kurdistanê bager bi xwe re tozê bîne.
Bajarên hişyariya baranê ya bi koda zer hatine kirin wiha ne: Edene, Semsûr, Xarpêt, Dîlok, Hatay, Mêrsîn, Kayserî, Meletî, Mereş, Riha, Kîlîs û Osmaniye.