Li Efrînê 3 kes hatin revandin
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2023 10:18
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de ye, 3 welatî hatin revandin.
Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye, 3 welatî hatin revandin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; komên paramîlîter bi ser gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şerayê de girtin û 3 welatî revandin.
Hat zanîn ku navên welatiyên hatine revandin wiha ne: “Horo Hesen Hiso (53), Elî Nebo Osman (24) û Xelîl Şêxo Kerez (45).”