Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 15 Cotmeh 2023 08:37
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gurunê otobûsa rêwiyan wergeriya. Di qezayê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 25 jî birîndar bûn.
Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 44 AK 213’an Van Golu Turîzmê ku sefera Stenbol-Wanê dike, li derdora herêma Yazyurdu ya navçeya Gurunê ya Sêwasê wergeriya. Piştî qezayê, komên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman, pacên otobûsê şikandin û rêwiyên asê mayîn derxistin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Rêwiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê derdorê.