Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê ji hewayê vê êriş bir ser gundên Til RIfat û Efrînê. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiyeyê ji hewayê ve êrişî derdora navçeya Til Rifetê, gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Minix û Şêx Îsa yên Kantona Şehbayê kir. 
 
Hat diyarkirin ku balafireke keşfê ya Tirkiyeyê li ser qada hewayî ya Helebê geriyaye û di heman demê de li balafirên şer û keşfê li ser Şehba û Şêrawayê jî diçin û tên.