Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
- Rojane
- |
- 10 Cotmeh 2023 15:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hate kuştin.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Hat ragihandin ku çawişê pispor Mûstafa Çakmak di encama teqîneke li herêmê de mir.
Wezareta Parastinê têkildarî bûyerê daxuyanî da û di encama teqîneke di 10’ê cotmeha 2023’yan de çawişê pispor Mûstafa Çakmak bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê miriye.