Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
- Rojane
- |
- 8 Cotmeh 2023 19:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê droneke dewleta tirk ket xwarê.
Êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin didomin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li navçeya Şera ya Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê. Li aliyê din êrişî gundên Gerdemiyê û Eyn Dîwar ên girêdayî navçeya Dêrîk a Qamişloyê û gundên Mezin û Kilûtî yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin kirin.