Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov û biçek (SÎHA) a dewleta tirk bombe li mizgefta Wargeha Mexmûrê barandin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de dayikek û du zarok birîndar bûne.
 
Dewleta tirk bi balafieke bêmirov û biçek (SÎHA) bombe li mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) barandin. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de dayikek û du zarok birîndar bûne. 
 
Navên birîndaran wiha ne: Zeyneb Îbrahim Îsmail, Egid Tekin Osman, Azad Şefiq Mehemed.