Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
- Rojane
- |
- 6 Cotmeh 2023 14:48
- |
MÊRDÎN - Hate zanîn ku Ahmet Kanbal ê li Mêrdînê hate binçavkirin bi “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ê di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê li Mêrdînê hate binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê ragirtin. Hate zanîn ku Kanbal ê bi parêzerê xwe re hevdîtin kir bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku ji vê îdiayê re parvekirinên medyaya dîjîtal û nûçeyên Kanbal çêkirine weke hincet hatine nîşandan.