Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
- Rojane
- |
- 6 Cotmeh 2023 10:58
- |
ÎZMÎR - Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiya HDP’ê ya bajêr û yên navçeyan de girtin.
Li Îzmîrê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan, bi ser avahiya partiyê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin. Lêgerînên li avahiyan didomin.