Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 5 Cotmeh 2023 14:35
- |
MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtina malekê de du bira hatin binçavkirin.
Polîsan îro serê sibê li taxa Guneş a navçeya Akdenîza Mêrsînê bi ser mala malbata Işik de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê tiştên malê ser û bin kirin û Mehmet û Zana Işik ên birayên hev binçav kirin.
Sedema binçavkirina her du birayan nehat zanîn. Her wiha kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.