Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
- Aborî-Ked
- |
- 5 Cotmeh 2023 13:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqereyê di madeneke komirê de hezaz çêbû û 15 karker birîndar bûn.
Li kana madena komirê ya li navçeya Beypazari ya Enqereyê de hezaz çêbû. Walîtiya Enqereyê têkildarî hezazê daxuyanî da û got ku 15 karkerên madenê sivik birîndar bûne. Walîtiyê got ku 3 karker li nexweşxaneyê di bin çavdêriya wan de ne.